Macron di pêwendiyeke telefonî de bi Serokkomarê Îranê re li ser Iraqê axifî
PeyamaKurd – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, di pêwendiyeke telefonî de, bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re li ser Iraqê axifî.
Li gor zanyariyên medyayê belav kirine, Emmanuel Macron roja Yekşemê 05.09.2021ê bi rêya telefonê peywendî bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re daniye.
Herwiha Îbrahîm Reîsî û Emmanuel Macron rewşa Iraqê û herêmê gotûbêj kirine.
Serokkomarê Îranê ji Serokkomarê Fransayê re gotiye: ‘‘Siyaseta Îranê beramber Iraqê pişgirîkirin e li gelê Iraqê û bercestekirina aştî û seqamgîriyê ye.’’
Herwiha di wê peywendiyê de Emmanuel Macron, bi pêwîstî daye zanîn ku Iraq û Îran rûpeleke nû di hemû warên siyasî, aborî, rewşenbîrî hevkariyê de li herêmê vekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin