Pûtîn bi Merkel û Macron re pêwendiyeke telefonî pêk anî

12 October 2021 18:40 0 dîtin
Pûtîn bi Merkel û Macron re pêwendiyeke telefonî pêk anî

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser mijara Ukraynayê bi Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Koşka Kremlîn a Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hewldanên bidawîkirina aloziya navxweyî ya li Ukraynayê bi berfirehî di navbera her sê serokan de hatiye gotûbêj kirin.

Herwiha hatiye gotin, her sê serokan bal kişandine ser girîngiya bicihanîna peymanên Mînskê yên 2015an ku weke bingeha çareseriyê ye û ji bo misogerkirina hevahengiyê di çarçoveya formata Normandiyê de jî axivîne.

Kremlînê daye xuyakirin, her sê lîderan ji şêwirmend û wezîrên xwe yên derve xwestine di formata Normandiya Çaralî de xebatên xwe bidin lezandin.

Herwiha hat diyarkirin ku ji bilî mijara Ukraynayê têkoşîna li dijî terorê ya li parzemîna Afrîka û gelek mijarên din yên navnetewî jî hatine axaftin.