Ji Pûtîn, Merkel û Macron seferberiya Idlibê

22 May 2019 16:49 0 dîtin
Ji Pûtîn, Merkel û Macron seferberiya Idlibê

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser rewşa herêma Idlib ya Sûriyê bi Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re axivî.

Di pêwendiyên telefonî yên serokên Rusya, Fransa û Almanyayê de rewşa aloz a Idlibê hat guftûgokirin û careke din li ser girîngiya avakirina komîteya destûrî û biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 2254an teqez kirin.

Herwiha serokên her sê dewletan bal kişandin ser encamên civîna çar alî ya Cotmeha 2018an a li Stenbolê hatibû lidarxistin.