Macron: Ez ji rewsê ne kêfxwes im

23 March 2023 17:30 0 dîtin
Macron: Ez ji rewsê ne kêfxwes im

PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji bo parastina pêşnûmaya malnişîniyê ku temenê malnişîniyê ji 62 salî bû 64 salî, ji aliyê hikûmetê ve bêyî dengdayînê li meclîsê hat qebûlkirin, axivî.

Emmanuel Macron, ji bo parastina pêşnûmaya malnişîniyê ya ku ji 10ê Çileyê bi vir ve ye li Fransayê bû sedema grevên girseyî yên ku naveroka wê hat eşkerekirin, ji bo televizyona Fransî axivî û wiha got, 

Macron diyar kir ku pêşnûme di nav sozên herî girîng ên hilbijartinê de ye û diyar kir ku ew dixwazin heta dawiya vê salê bikeve meriyetê. Emmanuel Macron da zanîn ku pêşnûmeya qanûnê dê di salnameya demokratîk a diyarkirî de bê tetbîqkirin. 

Macron bi bîr xist ku ji bo opozîsyonê vekişîne, reform biriye Lijneya Destûra Bingehîn û wiha got : "Niha divê em li benda biryara Civata Destûra Bingehîn bin. Di dawiya vê biryarê de ez ê pexşaneke ku dê hin tiştan zelal bike biweşînim."

Emmauel Macron diyar kir ku Fransa welatekî kevnar e ku desthilatdarên xwe bi awayekî rewa hildibijêre û wiha got: 

"Sendîka jî xwedî rewatiya xwe ye, bi xwepêşandanên xwe nîşan dan ku li dijî vê reformê ne. Ez rêzê li wan digirim. Lê ev reform pêwîst e.

Dema ku ez ketim jiyana kar, 10 milyon malnişîn hebûn, îro bûye 17 milyon. Di sala 2030î de dê bibe 20 milyon. Ji temenê malnişîniyê û hinek ji wan bi neheqiya di kar û xebatên xwe de girêdayî ye.”