Macron: Xwepêsander rewsê îstismar dikin, wê zêdetir polîs bên erkdar kirin!

30 June 2023 18:55 0 dîtin
Macron: Xwepêsander rewsê îstismar dikin, wê zêdetir polîs bên erkdar kirin!

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, beşdarî civîna ligel serokwezîr Elisabeth Borne û Wezîrê Navxwe Gerald Darmanin a derbarê bûyerên piştî kuştina ciwanê 17 salî ji aliyê polîsekî ve bû.

Macron li ser rewşa aloz a li Fransayê ragihand ku ji bo kontrolkirina rewşê ew dê zêdetir polîs û hêzên ewlekariyê erkdar bikin û got ku, kuştina Nahelê 17 salî ji aliyê xwepêşanderan ve tê îstismarkirin.

Herwiha Macron, medya civakî wekî sedema sorkirina bûyerên li Fransayê tawanbar kir û daxwaza rakirina ‘parvekirinên hesas’ kir.

Serokomarê Fransayê ragihand ku 875 kes hatine binçavkirin û ji sisê yekê wan zarok in û divê malbat xwedî li zarokên xwe derkevin.

Li aliyê din polîsê ku bûye sedema kuştina ciwanê 17 salî hatiye girtin, lê protestoyên li seranserê Fransayê bi taybet jî li Parîsê bênavber dewam dikin û hejmarek qereqolê polîsan jî hatine şewitandin.