Macron: Em pistgiriya gelê Kurd dikin

15 December 2022 17:00 0 dîtin
Macron: Em pistgiriya gelê Kurd dikin

PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişand ser xwepêşandanên li Îranê û sizayên ku ji bo xwepêşandêrên Kurd tên sepandin ü ragihand ku ew öpiştgiriya gelê Kurd bike.

Emmanuel Macron, beriya Lûtkeya Yekîtiya Ewropa-Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) û Lûtkeya Rêberan a Yekîtiya Ewropayê (YE), pirsên rojnamevanan bersivandin.

Macron, li ser pirsa peyamnêrê Rudawê ya “Îranê, piştî xwepêşandanên ji bo azadiya jinan, sizayên darvekirinê li ser gelek xwepêşandêrên Kurd sepandin. Di vê mijarê de dê helwesta we çi be?” piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanan ragihand û got,

“Hûn helwesta me ya di derbarê Îranê de dizanin. Ji serî heta niha min piştgiriya Kurdan kiriye. Ez dixwazim piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan dubare bikim û me her dem girîngiyeke mezin bi ewlehiya gelê we daye.

Ez di vê mijarê de dixwazim dubare diyar bikim ku di hefteya pêşiya me de ez ê ji bo konferansa Bexdayê biçim Ammanê û ev rewş dê bi awayekî taybet were nirxandin.”