Parlementerekî Îsraîlî pistgiriya Rojava kir: Em ji bo gelê kurd dia dikin

08 October 2019 12:20 0 dîtin
Parlementerekî Îsraîlî pistgiriya Rojava kir: Em ji bo gelê kurd dia dikin

PeyamaKurd - Parlementerekî Îsraîlî nerazîbûna xwe li hember gef û êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan da û ragihand, ew ji bo kurdên Sûriyê dia dikin.

Gef û êrişên Tirkiyê yên li ser kurdan bi taybet kurdên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê roj bi roj tundtir û berfirehtir dibin.

Piştî ku Amerîka destur da ser operasyona Tirkiyê ya li dijî kurdan li Sûriyê, rastî gelek nerazîbûnan hat. Yek ji wan kesê ku li hember vê yekê nerazîbûn nîşan daye, parlementerekî Îsraîlî bi navê Naftali Bennett e.

Bennett, parlementerê cihû, ku demekî jî wezîrê perwerdeya Îsraîl bû, li ser rûpela xwe ya Twitterê gotiye, gelê Îsraîl bo gelê kurd, ku niha di bin êrişa Tirkiyê de ne, dia dikin.

Bennett her wiha gotiye, dersa ku em ji vê yekê derxînin ev e ku Îsraîl dê bi xwe xwe biparêze û dewleta cihû ti carî qedera xwe nade destê ti kesî, nade destê dostê xwe yê mezin Amerîka jî.