Macron: Ger Rûsya di serê Ukraynayê de bi ser bikeve...
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Baregeha Deryayî ya Cherbourg-en-Cotentin a eyaleta Channelê bi leşkeran re civiya.
Macron diyar kir ku ger rêveberiya Moskowayê di şerê Ûkrayna-Rûsyayê de bi ser bikeve, ev tê wateya bidawîbûna ewlehiya Ewropayê.
Wî herwiha got, "Em li dijî Rûsyayê ne di şer de ne, lê erka me ew e ku serkeftina (Rûsyayê) ne mumkin bikin."
Derbarê şerê Ûkrayna-Rûsyayê de jî Macron tekez kir ku "Bi serketina Rûsyayê ewlekariya Ewropayê bi dawî dibe."
Li ser rewşa Rojhilata Navîn jî Macron got ku Fransa azadiya seyrûseferê li Deryaya Sor diparêze û hebûna welatê wî li herêmê bi bandor e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin