Macron: Ji bo pistevaniya ‘serweriya Iraqê’ hatim Bexdayê
PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di serdana xwe ya Bexdayê de diyar kir ku "lawazkirina Iraqê ji ber destwerdanên derve ye" û got: “Ez ji bo nîşandana piştevaniya xwe ya bo Iraqê hatim vê derê.”
Emmanuel Macron bi Serokomarê Iraqê Berhema Salih re civiya û di civîna rojnamevanî de diyar kir: “Iraq rûbirûyî destwerdanên derve dibe ku wê lawaz dike.” Macron got, Parîs dixwaze ji bo "serweriya Iraqê" hemû piştgiriya xwe pêşkêş bike.
Macron destnîşan kir; Fransa û hemû civaka navdewletî piştevaniya Iraq û gelê wê dikin û got: “Niha Iraq di qonaxeke giring a dîrokî re derbas dibe.”
Serokomarê Fransayê berê xwe da rayedarên Iraqê û wiha axivî: “Divê ew serweriya welatê xwe ava bikin.. Iraq rûbirûyî ezmûneke giran a aborî û asayîşê dibe, di heman demê de hêj şerê DAIŞê bi dawî nebûye.”
Berhem Salih jî got, “Iraq rêz li cîranên xwe û civaka navdewletî digre… Me serkeftineke mezin li dijî teror û tundrewiyê pêk anî. Herwiha gelek karên me ji bo bidawîanîna terorê li pêşiya me ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin