Macron: Enqere pistevaniya serê Qerebaxê dike lewra bi Azerbaycanê re ye
PeyamaKurd – Serokê Fransayê ji civaka navneteweyî daxwaz dike serperiştiya agirbesta Qerebaxê were kirin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re axivî.
Macron di pêwendiya telefonî de, ji Azerbaycan û Ermenîstanê tekez kir, Parîs dixwaze di koma "Minsk" de roleke zêdetir bilîze û çavdêriya rewşa agirbesta navbera her du aliyan bike.
Emmanuel Macron diyar kir, ew ê hewl bide ku serperiştiya navdewletî ji bo çavdêrîkirina agirbesta Qerebaxê pêk were û zemîn were guncawkirin ji bo vegerandina awareyan û derxistina çekdarên biyanî yên li wê herêmê, bi taybetî çekdarên Sûrî ku bo wê deverê hatine veguhestin.
Nagorno-Qerebax, di navbera Enqere û Parîsê de bûye sedema nakokiyan. Fransa di wê baweriyê de ye ku, Enqere piştevaniya şerê Qerebaxê dike, lewra li dijî Ermenîyan piştevaniya Azerbaycanê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin