Macron: Pistevaniya welatê xwe ji Iraqê re di serê terorê de dubare dikim

28 August 2021 12:00 0 dîtin
Macron: Pistevaniya welatê xwe ji Iraqê re di serê terorê de dubare dikim

PeyamaKurd – Li Bexdayê Serokê Fransayê Emmanuel Macron axivî û piştevaniya Fransayê ji Iraqê re dubare kir. Herwiha da zanîn, wan budçeyeke taybet ji bo avedankirina Iraqê veqetandiye.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Bexdayê di konferanseke rojanamevanî ya hevbeş bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re destnîşan kir: “Serdana Serokê Fransa ji bo Iraqê di vê qonaxa hestiyar de, piştevaniyeke girîng ji Iraqê re ye û gelê Iraqê spasiya vê helwesta girîng a Fransayê dike.”

Kazimî eşkere kir: “Iraq û Fransa di ware petrol, enerjî û aborî de bi hev re kar dikin. Spasiya helwesta Fransayê dikin, bi taybet di hevkariya di rûbirûbûna vîrûsa Koronayê de. Bexda û Parîs jî di rûbirûbûna DAIŞê de, berevaniya li nirxên mirovî û şerê li dijî terorê de jî hevbeşên girîng in.”

Serokê Fransayê jî li ser Lûtkeya Bexdayê da zanîn: “Me berê tekezî li ser aramiya Iraqê kiriye. Di civîna bi Kazîmî re me qala rûbirûna DAIŞê û têkbirina wê rêxistinê kir. Dizanim şerê li dijî terorê ji karên pêşîne yên Hikûmeta Iraqê ye, ji ber wê piştevaniya welatê xwe ji Iraqê re di şerê terorê de dubare dikim.”

Macron herwiha destnîşan kir: “Ji bo vegera koçberan li ser cih û warên xwe, Fransa piştevaniya Iraqê dike û budçeyeke taybet jî ji bo avedankirina Iraqê veqetandiye. Herwiha ji bo jêrxaneya aboriya Iraqê jî, çendîn proje ji aliyê kompanyayên Fransayê hatine pêşkêşkirin û kar li ser wan dikin.”

Herwiha Macron got: “Em pesnê Hikûmeta Iraqê ya vejandina welatê xwe didin. Herwiha piştevaniyê li biryara hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dikin û hêviya pêşerojeke baştir ji Iraqê re dixwazin.”

Serokê Fransayê tekez kir: “Iraq aram nabe, eger welatên herêmê jî hevkar nebin. Ji bo vê armancê jî bijardeya me ew e, kar bi Hikûmeta Iraqê bikin. Erkê me hemûyan e aramî li Iraq û herêmê bi giştî were peydakirin. Ev lûtke jî, serkeftineke mezin a Iraqê ye.”