Macron qebûl kir ku Fransa dikaribû komkujiya li Rûandayê rawestîne
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Fransa di sala 1994an de karibû komkujiya Rûandayê rawestîne lê wê îradê nîşan neda. Çapemeniya Fransayê ragihand ku Macron di 27ê Gulana 2021an de li payîtexta Rûandayê li Kigaliyê berpirsiyariya komkujiya Rûandayê qebûl kiriye û çapemenî behsa videoyekî Macron dike ku wê di 7 ê Nîsanê de li ser mijarê bigihîne çapemeniyê.
Li gor videoyê; Macron gotiye ku hêza wan hebûye bi hevkarên xwe yên Rojava û Afrîkî re ber li komkujiya Rûandayê bigre lê nikaribiye wê îradê nîşan bide.
Macron, di videoyê de gotiye ku ji ber weke Tûtsî hatine dinyayê 1 milyon zarok, jin û mêr îşkence dîne û ji bo bîranîna wan, bi xelkê Rûandayê ye.
Wê Macron di 30em salvegera komkujiya Rûandayê de wê neçe dawetkirina serokê Rûandayê yê Paul Kagame. Wê di şûna Macron de wezîrê karên derve yê Fransayê Stephane Sejourne û wezîrê dewletê Herve Berville herin.
Di sala 1994an de Hutuyên Rûandayê Tutsiyan ji xistina balafira serokê dewletê yê wê wextê Juvenal Habyarimana berpirs girtibûn.
Li welat 100 roj komkujî dewam kiribû û li dora 800 hezar kesên Tutsi miribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin