Macron: Siyaseta Erdogan li dijî ewlehiya Ewropayê metirsî ye

20 August 2020 19:05 0 dîtin
Macron: Siyaseta Erdogan li dijî ewlehiya Ewropayê metirsî ye

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku siyaseta Erdogan ya berfirehkirinê ya bi rêgezên netewî î û îslamî ne li gorî berjewendiyên Ewropayê ye û ji bo têkbirina ewlehiya Ewropayê metirsî ye.

Macron di hevpeyvîneke bi kovara Paris Match re de got: “Divê Ewropa li hemberî van kiryaran bisekine û berpirsyariya xwe pêk bîne.  Ez ne bi gurkirina rageşiyê re me, ez di heman demê de bi dîplomasiya qels bawer nakim. Me nîşan da ku wateya hevgirtina Ewropayê heye.”

Hêjayî gotinê ye, piştî rageşiya li Derya Spî ku Tirkiye dixwaze gavên yekalî bavêje û têkiliyên Ewropa û Enqerê xira dibin, Macron ev daxuyanî daye.