Macron û Pûtîn li ser dîmenên Bûçayê û krîza mirovî ya li Ukraynayê axivîn
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, îro 3yê Gulanê li ser şerê Ukraynayê û krîza mirovî ya rû daye hevdîtinek pêk anîn.
Medya Fransî eşkere kiriye ku hevdîtina îro 2 saet û 10 xulekan berdewam kiriye û Macron dîmenên înfazkirina sivîlan li bajarokê Bûçayê ku 29ê Adarê belav bûbûn jî ligel Pûtîn gotûbêj kiriye.
Herwiha hatiye diyarkirin ku Macron li ser dorpêçan û çareseriya krîza mirovî ya li Ukraynayê jî bi Pûtîn re axiviye.
Li gorî medya Fransî Macron doh jî ligel Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelenskiy axivîbû û piştî hevdîtina ligel Pûtîn careke din pêwendî bi Zelenskiy re kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin