Viladimîr Pûtîn pîrozbahî li serkeftina Macron kir

25 April 2022 17:01 0 dîtin
Viladimîr Pûtîn pîrozbahî li serkeftina Macron kir

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Rûsyayê Viladimîr Pûtîn, dubare hilbijartina Serokomariya Fransayê, li Emmanuel Macron pîroz kir.

Serwîsa Çapemeniyê ya Kremlînê ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Viladimîr Pûtîn, pîrozbahî li Macron kiriye. Hat ragihandin ku Pûtîn di peyama xwe ya pîrozbahiyê de gotiye, “Ez di çalakiyên we yên dewletê de ji dil û can serkeftinê dixwazim, hêviya rojên bi sihhet û bextewar dikim.”

Hilbijartina Serokomariya Fransayê ya gera duyem duh hatibû kirin û Emmanuel Macron ji %58.55ê dengan girtibû. Berendama Serokomariya Fransayê û rikebera Macron, Marine Le Pen a rastgir jî ji %41.45ê dengan girtibûn.