Mafyagerê Tirk li ser belavkirina vîdyoya derbarê Erdogan de daxuyanî da

02 June 2021 18:53 0 dîtin
Mafyagerê Tirk li ser belavkirina vîdyoya derbarê Erdogan de daxuyanî da

PeyamaKurd – Mafyager Sedat Peker ku zêdetirî mehekê ye, bi rêya vîdyoyên ser Youtubeyê mikurhatin, îfşaat û pêwendiyên xwe yên ligel deshilatdariya hikûmeta AKPê ya Tirkiyê belav dike, hefteya borî gotibû ew dê bi Erdogan re helaliyê bike û vîdyoya roja vê Yekşemê jî li ser têkiliyên wî û Erdogan e.

Peker îro Çarşemê li ser medya civakî got ku ew dê ji ber hevdîtina bê ya Erdogan û Serokê Amerîka Joe Biden, vîdyoya derbarê Erdogan de amade neke.

Peker dibêje, jê re dibêjin ajan, lê ew vîdyoya bo Erdogan dihêle piştî 14ê Hezîranê ango piştî hevdîtina ligel Joe Biden daku nebêjin destê ‘Tayyib Abê’ lewaz dike.

Mafyagerê tirk diyar kir ku ew dê di vîdyoya roj Yekşemê de car din cih bide îfşaatên Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu û Yildirim Demiroren û parlamentarê mehane deh hezar dolar ji mafyayê distîne jî eşkere bike.