Malbat jî ketin nav pevçûnê û di encamê de kesekî can da
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Peyasê (Kayapınar) xwendevan di dibistanê de pev diçin û piştî ji dibistanê diçin malê, malbatên wan jî dikevin nav pevçûnê û di encamê de 4 kes birîndar dibin.
Bûyer li dora 13.00an li navça Peyasê li taxa Firatê çêbû. Li gor ragihandina çapemeniyê, piştî xwendevan li dibistanê pev diçin, malbatên wan li taxê di salona leystikê de leqayê hev tên û munaqeşe dikin,paşî bi çekan li hev dixin û di encamê de 4 kes birîndar dibin.
Birîndarê bi navê Rênas Daşlık (25) dibin nexweşxaneyekî taybet lê li nexweşxanê can dide. Dozgerî û hêzên asayîşê li ser bûyerê lêpirsîna xwe dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin