Zarok pevçûn, malbat jî ketin nav pevçûnê û kesekî hat kustin

11 April 2024 21:03 0 dîtin
Zarok pevçûn, malbat jî ketin nav pevçûnê û kesekî hat kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Entabê (Gaziantep) li navça Şahinbeyê li taxa Mimar Sînanê di navbera zarokan de pevçûn derket, malbat jî ketin nav pevçûnê û di navbera wan de pevçûna bi dar û kêran destpêkir.

Di encamê de 1 ji wan bi giranî 4 kes birîndar bûn. Li ser gilîkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan.

Birîndarê giran yê bi navê Hannan Şahin (21) birin nexweşxana Zankoya Entabê nexweşxana lêkolînê û li wê derê can da

Hat gotin ku rewşa birîndarekî dinê jî baş nîne. Li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.