Zarok lihev dan û mezin ketin nav pevçûnê: 2 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê zarok di nav xwe de dileyîstin û di navbera wan de niqaş derket. Malbatên zarokan jî tevlî niqaşê bûn. Malbata Rihayî û ya Sûriyeyî bi kêr û daran lihev xistin û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Bûyer li taxa Hayatî Harranî çêbû. Di pevçûnê de kêr li pişta İbrahim Al (21) ket û Hame Al jî bi kevri û daran birîndar bû. Birîndaran birin nexweşxana Rihayê ya Perwerdê û Lêkolînê. Rewşa wan ya tenduristiyê başe.
Polîsan 4 kesên ku tevli pevçûnê bûne xist binçav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin