Zarok lihev xistin malbat jî ketin nava ser

04 August 2019 00:38 0 dîtin
Zarok lihev xistin malbat jî ketin nava ser

PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Agiriyê li navçeya Bazîdê zarokên malbatan li hev xistin û malbat jî daxilî nava şerê zarokan bûn. Her dû alî bi dar, kêr û keviran lihev xistin. Di encamê de kesê bi navê Mustafa Salman ê 49 salî hat kuştin. 4 kes birîndar bûn ku birîna yekî ji wan xeddar e.

Cenazeyê kesê navborî hat definkirin û li ser bûyerê 2 kes hatin girtin. Niha polîs li 2 kesên din digere.