Zarok pevçûn û malbat jî ketin nav pevçûnê: 12 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Reza, li gundê Çanaqçiya Xerbî (Batı Çanakçı) li koma malên Dehlê Hawarê (Yemişalan) zarokên malbatan pevçûn û paşî malbat jî ketin nav pevçûnê.
Zarok û ferdên malbatan bi dar û keviran li hev xistin. Di encamê de 12 kes birîndar bûn. Pevçûn ber destê êvarê qewimî.
Dema tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê, 11 birîndaran li ciyê bûyerê derman kirin û birîndarekî birin nexweşxanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin