Malbatên dîplomatên Amerîkayê yên li Îsraîlê dikarin ji Îsraîlê herin

14 October 2023 23:19 0 dîtin
Malbatên dîplomatên Amerîkayê yên li Îsraîlê dikarin ji Îsraîlê herin

PeyamaKurd – Amerîka îznê da malbatên dîplomatên xwe yên ku li Îsraîlê dixebitin. Li gor ragihandina wezareta karên derve yê Amerîkayê; bi sedema şerê li Fîlîstînê, kesên di balyozxana Amerîka ya li Îsraîlê de dixebitin û pêdiviya lezgîn bi wan tine, xebatkar û malbatên dîplomatan dikarin ji Îsraîlê derên.

Kesê navê wî nediyar yê ku nexwestiye navê xwe bêje, bi rojanama Times Of Israelê re axifiye û ragihandiye îzin ji bo kesên ku pêdiviya balyozxanê bi wan tine û malbatên wan e. Sefaretxane wê her wext vekirîbe û xebata xwe ya dîplomatîk dewam bike.