Mam Celal li ser gora xwe bi merasîmekê hat bibîranîn

03 October 2021 20:06 0 dîtin
Mam Celal li ser gora xwe bi merasîmekê hat bibîranîn

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yê berê Celal Talabanî di çaremîn wefata wî de, li ser gora wî bi merasîmekê hat bibîranîn.

Di merasima bîranînê ya li Debaşan a Silêmaniyê hat sazkirin de, kurê Mam Celal Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, pêşwazî li xelkê kir.

Ji bilî hemwelatiyan, hejmarek kesatiyên siyasî yên wek Fuad Mehsûm Serokomarê Iraqê yê berê, Omer Seyid Elî Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê û Ednan Muftî Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê di merasîmê de amadehî kirin.

Mam Celal ku navê wî yê eslî Celal Husamedîn Nûrullah Nûrî ye, di sala 1933an de li qezaya Koyê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûbû. Mam Celal sala 2012an tûşî celteya mejî bû û ji bo dermankirinê rakirin Almanyayê ku roja 3yê Cotmeha 2017an jî li Almanyayê koça dawî kiribû.