Mehmed Uzun li Diyarbekirê bi merasîmekê hate bibîranîn

11 October 2024 17:58 0 dîtin
Mehmed Uzun li Diyarbekirê bi merasîmekê hate bibîranîn

PeyamaKurd - Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun ku 11ê Cotmeha 2007an li Diyarbekirê ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû, li ser gora xwe hat bibiranîn.

Li Diyarbekirê ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve hefteya Mehmed Uzun bi çalakiyên hunerî yên cûrbecûr birêve diçe.

Îro jî di roja wefata Mehmed Uzun de, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Serra Bucak û Dogan Hatun jî di nav de, bi beşdariya gelek kesayet û nivîskaran li ser gora Mehmed Uzun merasîmeke bibîranîna hate lidarxistin.

Dogan Hatun di merasîmê de got ku Uzun hîmê wêjeya nûjen a Kurdî avêtiye û bangî ciwanan kir ku zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî biparêzin.

Hutan wiha axivî: “Mixabin, ew pir zû çû ser dilovaniya xwe lê dê heta hetayê bandora xebatên wî hebe. Heta ku zimanê Kurdî hebe, dê her tim di ziman û gotinên me de hebûna wî jî hebe. Min nû wêjeya wî nas kiribû. Roja piştî ku min xwendina pirtûka wî qedand, me xebera xemgîn a wefata wî wergirt û ez pir xemgîn bûm."

Serokê berê yê Odeya Tabîban a Diyarbekirê Adem Avcikiran jî ji bo lidarxistina bernameya bibîranênê spasiya hevserokên şaredariyê kir û got: “Me bi hev re li Enqereyê li fakulteyên cuda xwend. Sala 1978an ew çû derveyê welat. Sala 1991an dîsa rêya me gihîşt hevdu.”

Di merasîmê de, Mustafa Uzunê birayê Uzun jî spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kir ku di bibîranîna îsal de wan ew bi tenê nehiştine.