Nivîskar Mehmed Uzun, li Diyarbekirê tê bibîranîn

11 October 2022 15:00 0 dîtin
Nivîskar Mehmed Uzun, li Diyarbekirê tê bibîranîn

PeyamaKurd- Nivîskarê Kurd Mehmet Uzun, ji ber rastlêhatina salvegera koça xwe ya dawî, dê îro li Diyarbekirê were bibîranîn. Bernameya bibîranînê, ji aliyê hevjîna Mehmet Uzun ve hat ragihandin.

Mehmed Uzun ê ku nivîskarekî Kurd bû û di qada navneteweyî de jî xwedî cihekî girîng bû, di salvegera 15emîn a koça xwe ya dawî de dê li Diyarbekirê were bibîranîn.

Bernameya ku dê îro bê lidarxistin, ji aliyê hevjîna Mehmed Uzun, Zozan Uzun ve li ser hesabê medyaya civakî hat ragihandin.

Li gorî ragihandina Zozan Uzun, dê Mehmet Uzun saet di 14:00an de li ser gora xwe bê bibîranîn û piştî vegera ji goristanê jî dê saet di 16:00an de li Qonaxa Zerzevanê ligel dost, heval, malbat û xwendevanên pirtûkên Mehmed Uzun, civatek bê danîn û dê li ser jiyan û berhemên Uzun dan û stendin û sohbet bê kirin.

Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun, di 1ê Çileya 1953yan de li navçeya Siwêrekê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Uzun, yek ji endamên PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê bûye û di sala 2001ê de xelata Torgny Segerstedt wergirtiye.

Nivîskarê Kurd ê ku xwedî bi dehan berhem bû, di sala 2006an de tûjî nexweşiya pençeşêrê bû û piştî salekê ango di 11ê Cotmeha 2007an de li Diyarbekirê koça dawî kir.