Cenazeyê Tarik Ziya Ekincî li Diyarbekirê bi xakê hate spartin
PeyamaKurd – Cenazeyê rewşenbîr, siyasetmedar, dîroknas û hekîmê Kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî ku 15ê Tebaxê li Stenbolê koça dawî kiribû, îro Yekşemê 18ê Tebaxê li Goristana Şehîdan a Yenîşehîr a Diyarbekirê bi merasîmekê bi xakê hate spartin.
Cenazeyê Ekîncî îro danê sibehê piştî nimêja cenazeyê li Goristana Şehîdan a Yenîşehîrê bi beşdariya gelek kesayetî û siyasetmedarên Kurd û nûnerên partiyan hate definkirin.

Di merasîmê de Civaknas Îsmaîl Beşîkcî û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, axaftin kirin û ked û xizmeta Tarik Ziya Ekîncî ya ji bo gel bibîr anîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin