'Mamoste Sêxanî gelekî xizmeta hunera Kurdî kiriye'

23 September 2019 20:25 0 dîtin
'Mamoste Sêxanî gelekî xizmeta hunera Kurdî kiriye'

PeyamaKurd - Bi sedema wefata hunermend Enwer Şêxanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê pêşkeşî malbata wî kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Roleke berçav a Mamoste Enwer Şêxanî di warê fîlm û şanoya Kurdî de hebû û gelekî xizmeta hunera Kurdî kiriye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got: “Bi mixabinîyeke mezin nûçeya koça dawiyê ya hunermendê Kurd ê naskirî (Enwer Şêxanî) bihîst. Roleke berçav a Mamoste Enwer Şêxanî di warê fîlm û şanoya Kurdî de hebû û gelekî xizmeta hunera Kurdî kiriye. Serxweşiya germ li malbata wî dikim û hêvîdar im xwedêyê mezin wî di bihuştê de şad bike û aramiyê bide kesûkarên wî.”

JIYAN Û SERBORIYA ENWER ŞÊXANÎ

Hunermend û şanogerê bajarê Hewlêrê Enwer Şêxanî 1951an hatiye dinê û ji sala 1971an ve karê hunerî dikire, îro koça dawî kir.

Ewner Şêxanî wek aktor, rêvebirê berhem û derhênerî, beşdarîya zêdetir ji 60 karên hunerî û şanogerî kiriye û piştî 5 salan ji karê di nava rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê de, di Newroza 1973an de bi tometa siyasî hatiye girtin.

Enwer Şêxanî ji zîndanê direve û pêwendiyê bi Hêza Deşta Hewlêrê dike û dibe Pêşmerge.

Di sala 1976an de bi riya helbijartinê dibe rêveberê hunera Komel û Huner û Wêjeya Kurd li Malbenda Giştî.

Damezrênerê Komela Hunermendên Kurdistan/Hewlêr di 31.3.1991an de bû. Endamê Desteya Damezirîner a Televizyona (KTV) di sala 1992an de bû.

Şêxanî herwiha endamê Desteya Damezirîner a Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê bû û 4 salan jî wek Sekreterê Giştî hatibû hilbijartin.