'Seîd Gabarî jiyana xwe ji bo xizmeta hunera resen a Kurdî û doza rewa ya gelê xwe terxan kir'
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê serxweşî li malbata hunermend Seîd Gabarî kir ku îro 4ê Gulanê beyanîyê li nexweşxaneyeke Hewlerê ji nexweşiya penceşêrê koça dawî kiribû.
Serok Barzanî got, “Bi xem û kovaneke zêde nûçeya koça dawî ya hunermendê şoreşgêr û navdarê gelê me, Seîd Gabarî gihîşt me” û sersaxî malbatê û hunermendên Kurdistanê re xwest.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdar hunermend Seîd Gabarî
Bi xem û kovaneke zêde nûçeya koça dawî ya hunermendê şoreşgêr û navdarê gelê me, Seîd Gabarî gihîşt me.
Hunermend Seîd Gabarî hemû jiyana xwe ji bo xizmeta hunera resena Kurdî û doza rewaya gelê xwe terxan kir û ji destdana wî ziyan û xesaretekî mezin e. Serxweşiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya xizm û nasên we û hunermendên Kurdistanê dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê hunermendê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
04.05.2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin