Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Seîd Gabarî kirin

04 May 2020 12:59 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Seîd Gabarî kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêm Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta koça dawî ya hunermendê navdarê Kurdistanê Seîd Gabarî peyameke sersaxiyê weşandin û sersaxî li malbata Gebarî kirin.

Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî Seîd Gabarî wekî 'dengekê bi soz û resenê Kurdî' bi nav kir. Mesrûr Barzanî jî got Gabarî bi riya stranên xwe roleke wî ya berçav di piştevanîkirina Pêşmergeyan de hebû.

'Dengekî bi soz û resenê Kurdî'

Nêçîrvan Barzanî, “Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya hunermendê navdarê Kurdistanê, xwedê jêrazî Seîd Gabarî gihîşt min. Bi vê helkefta xemgîn pirse û sersaxiyê li malbat, kesukar, dost û hevalên wî dikim û hevsoz û hevxemên wanim. Xwedayê mezin giyanê wî bi behiştê şad bike û hedarê bide hemû aliyek.

Hunermend Seîd Gabarî dengekî bi soz û resenê Kurdî ye û çendîn salên dûr û dirêj, xizmeta stran û muzîka Kurdî kiriye. Li serdema şoreşê da çendîn sirûd û stranên bi xweşî û coşiyê ji bo xebat û Pêşmergeyan straye. Arşîvekî dewlemendê muzik û stranê li pey xwe de bi cîh hişt. Bi kar û berhem û bîranînên xwe wekî hunermendekî jêhatî, herdem bi zîndî dimîne.”

‘Bi stranên xwe piştgiriya Pêşmergeyan dikir’

Serokwezîr Barzanî bi bi minasebeta koça dawiyê Seîd Gabarî peyamek weşand. Barzanî di peyama xwe de anî ziman ku Gabarî bi stranên xwe piştgiriya Pêşmergeyên Kurdistanê dikir:

Mesrûr Barzanî, “Bi mixabineyeke mezin ve, nûçeya koça dawiyê ya hunermendê niştimanperwer Seîd Gabarî bihîst. Hunermend Seîd Gabarî xizmeteke mezin ji hunera Kurdî re kiriye û bi riya stranên xwe roleke wî ya berçav di piştevanîkirina Pêşmergeyan de hebû. Sersaxiyê li malbata wî dikim. Xwedêyê mezin giyana wî bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyabûnê bi kesûkar û dostên wî bibexşe."

Hunermendê Kurd Sedî Gabarî di 64 saliya xwe de li Hewlêrê ji ber penceşêrê koça dawiyê kiribû.