Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî sersaxî dan mîrektiya Îmaratê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya Wezîrê Darayî yê Îmarata Erebî, sersaxî dan mala mîrektiya Îmaratê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser medya civakî de got, "Hevxwemiya xwe ya bo koça dawî ya Şêx hemdan Bin Raşid arasteyî mîrektiya Îmaratê dikim."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hesabê xwe yê Twitter got: “Ez bi nûçeya koça dawî ya Şêx Hemdan gelek xemgîn im.”
Serokwîrê Herêma Kurdistanê hevxemiya derbirî û ragihand, “Hevxemiya xwe ya kûr digihînim malbata şahane, hikûmet û xelkê Îmaratê. Roleke koçkirî ya mezin di xizmeta welatê xwe û berjewendiyên yên bilind de hebû.”
Wezîrê Darayî yê Îmaratê û bira û Cîgirê Mîrê Dubey Şêx hemdan Bin Raşid, di temenê 75 saliyê de koça dawiyê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin