Cenazeyê hunermend Seîd Gabarî li Hewlêrê bo axê hat spartin
PeyamaKurd – Hunermend Seîd Gabarî ku hefteyek zêdetir bû li Hewlêrê li nexweşxaneyê ji ber nexweşiya pênceşêra pişikê ber xwe dide, îro beyanî koça dawî kir.
Piştî wefata Seîd Gabarî, Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrur Barzanî bi peyamên xwe hevxemiya xwe bo hunermendê navdar û kedkarê gelê Kurd anîn ziman.
Cenazeyê Seîd Gabarî îro 4ê Gulanê, bi sedema tedbîrên koronayê bi merasîmeke mutewazî li Goristana Mele Omer ya Hewlêrê bo axê hat spartin.
Hunermend Seîd Gabarî ku li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di sala 1956an de hatiye dinê, ji 8 saliyê heta dawiya emrê xwe kedeke mezin daye huner û muzîka Kurdî ku wekî hunermendekî têkoşerê gelê Kurd tê naskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin