YBS: Fermandarê YBS ê Seîd Hesen û mirovê wî Hesen Xwedêdan jiyana xwe ji dest dan.
PeyamaKurd – Balafirên artêşa Tirkiyê îro danê nîvro êrîşê biribûn ser erebeyekî li sûka navçeya Şengalê. YBŞ li ser bûyerê daxwuyaniyekî belav kir û got ku di êrîşa balafirê de; fermandarê YBŞ ê Seîd Hesen, birazî an xwarziyê wî Îsa Xwedêdan jiyana xwe ji dest dane û Medya Kasım Simo, Şamir Abbas Berces û Mîrza Elî birîndar bûne.
YBŞ di beyana xwe de behsa rêvebirê KCK ê Zeki Şengali kir ku di êrîşa 15 ê tebaxa 2018 an de, di encama êrîşa hewayî ya Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabû.
Êrîş, ket wexta seredana serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ya bo Şengalê. Kazimî bo rojnamevanan ragihand ku li ser bûyerê lêpirsînê dane destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin