Manseta Yenîsafakê ya hedefgirtina baroyên Kurd û berevajîkirina êrîsên nijadperestî hat sermezar kirin
PeyamaKurd – Piştî êrîşên çend roj berê li bajarê Afyon, Konya û Enqerê bi ser Kurdan de, 15 baroyên bakurê Kurdistanê ew bûyerên nijadperestî bi daxuyaniyeke hevbeş şermezar kiribûn.
Daxuyaniya şermezarkirina êrîşên nijadperestî di medya nêzîkî deshilatdariya Tirkiyê de jî deng veda ku heta niha qet behsa wan êrîşan jî nekiribûn.
Rojnameya Yenîşafakê di manşeta xwe ya îro 23yê Tîrmehê de, ew êrîşên nijadperestî yên li bajarên Tirkiyê bi ser niştecihên Kurd de hatine kirin û li Konyayê kurdekî ji Diyarbekirê yê bavê 5 zarokan hatibû kuştin, wekî bûyerên ji rêzê yên edlî nîşan dan û êrîşî baroyên 15 bajarên bakurê Kurdistanê kir.
Li ser manşeta Yenîşafakê ku her sê bûyerên nijadperestî wekî bûyerên ji rêzê nîşan dane ku rê li ber bûyerên din ên wekî wan jî vedike, li ser medya civakî di serî de parêzerên Kurd û baroyên her 15 bajarên Bakurê Kurdistanê bertek nîşan dan.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî ew manşeta rojnameya tirk şermezar kir û got, "Yek ji nîşaneya nijadperestiyê li Tirkiyê nêzîkatiya medyayê ye. Bi van êrîşên ku bi hişmendiya nijadperestî hatine kirin, hewl didin wekî bûyerên edlî nîşan bidin ku ev jî berdewama nijadperestiyê ye. Ez vê manşeta ku baroyan hedef nîşan dide bi tundî şermezar dikim. Emê hesabê vê li pêş dadgehê bipirsin.”
Türkiye'de ırkçılığın bir tezahürü de medyadaki bu yaklaşımdır.Irkçı saiklerle yapılan saldırıları salt adli vaka göstermeye çalışan dil,ırkçılığın devamıdır.
— Nahit Eren (@av_nahiteren) July 23, 2021
Baroları hedef gösteren bu tetikçi manşeti esefle kınıyorum.
Bu hedef göstermenin hesabını yargı önünde soracağız. pic.twitter.com/duZQq0azfV

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin