Mark Esper: “Amerîka ji Iraqê venakise”
PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê tevlî bernameya televizyona CNN Internationalê bû û di mijara Îran û Iraqê de tîşkê xist ser hinek mijaran. Li ser pirsa ew nameya ku serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî behs kir ku tê de nivîsandiye; wê Amerîka ji Iraqê vekişe, Esper weha got:
“Ew muswedekiye ku ji aliyê yek rêvebirekî Iraqê de xistiye dest û nehatiye îmzekirin. Eger kes hebin ku bêjin ew mijara nameye raste, ez bo wan dibêjim; Amerîka ji Iraqê venakişe.”
Esper, dema behsa Qasim Silêmanî kir, wî bi terorîstî binavkir û got ku Silêmanî bi destê xwe yê bi xwîn li Bexdayê tevî Muhendîs ket dest. Terorîstekî bo hinek êrîşên din yên bo ser Amerîkayê organîze bike û hêzên xwe senkronîze bike, bi yê din re tên cem hev.
Esper, got ku xelkê Iraqê naxwaze Amerîka ji Iraqê vekişe û ji wezîrê Iraqê yê bergiriyê daxwazeka weha bo wî neçûye. Esper di mijara şerekî bi Îranê re weha got:
“Em naxwazin bi Îranê re şer bikin lê em amade ne ku bi Îranê re şerekî rawestînin.Ez ji hevalên xwe yên heman pileyî dixwazim ku ew gengeşe kêm bibe û Tehran bi me re rûnê ser masê, bo dahatûyeka baş em hevdîtinan bikin. Her tişt ji aliyê Îranê destpêkir û me tenê bertek nîşan da. Niha em dixwazin ew tansiyona heye dakeve.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin