Li paytexta Danîmarka Kopenhagê li ber balyozxaneya Iraqê Quran hate sewitandin
PeyamaKurd – Îro 21ê Tîrmehê ji aliyê komekê neteweperstên Danîmarkî yên dijberê Îslamê ve, li ber balyozxaneya Iraqê ya li Kopenhagê Quran hate şewitandin.
Koma neteweperst a bi navê "Danske Patrioter (Welatperwerên Danîmarkî)” ragihandin ku wan ev çalakiya şewitandina Quranê wekî bersiva êrîşa li ser balyozxaneya Swêdê ya Bexdayê pêk aniye.

Endamên koma neteweperstên Danîmankî piştî vekirina pankarteke li dijî Îslamê, dirûşm qerîyan û piştre jî ala Iraqê û Qurana Kerîm avêtin bin lingên xwe û şewitandin.
Koma neteweperst piştre jî dîmenên wê protestoya xwe û şewitandina Quranê li ser hesabên medya civakî belav kir.
Hate ragihandin ku ew çalakî di bin parastina polîsên Danîmarkî de hatiye encamdan û gelek medyakaran jî şopandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin