Wezareta Tirkiyê cara 6emîn e bangî Berpirsyarê Balyozxaneya Danîmarkayê dike!

26 August 2023 13:05 0 dîtin
Wezareta Tirkiyê cara 6emîn e bangî Berpirsyarê Balyozxaneya Danîmarkayê dike!

PeyamaKurd – Di berdewamiya çalakiyên şewitandina Qur'ana Pîroz de, Berpirsyarê Balyozxaneya Danîmarkayê ya li Enqereyê cara şeşemîn gazî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê hat kirin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan, şewitandina Qurana Pîroz a li ber Sefaretxaneya Kopenhagê û balyozxaneyên hin welatên misilman dewam dike. Karmendê Balyozxaneya Danîmarkayê ya li Enqereyê îro dîsa bangî Wezareta Karên Derve hat kirin.

Herwiha di 18, 21, 22, 23 û 24ê Tebaxê de jî karmend bang lê hatibû kirin ku were Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê.