Wezareta karê derve ya Îranê cara duyem bangî sefîrê Îswîçre kir

03 January 2020 23:24 0 dîtin
Wezareta karê derve ya Îranê cara duyem bangî sefîrê Îswîçre kir

PeyamaKurd- Sefîrê Îswîçreyê yê li Tehranê cara duyem bo hevdîtinê bang lê hat kirin da here wezareta karên derve ya Îranê. Sedem jî sefîrê Îswîçre niha Amerîkayê temsîl dike.Di peymana navdewletî de xalek heye ku kesekî din yên biyanî bibe sefîrê dewleteka dinê. Tê gotin ku dê bersiva Tehranê bo Amerîkayê wê di ser sefîrê Îswîçre yê Tehranê de bê ragihandin.

Piştî kuştina fermandarê giştî yê hêzên Qudsê Qasim Silêmanî ku ji temamê operasyonên derve yên Îranê berpirsbû û cîgirê serokê Haşdî Şa’bî Ebû Mehdî El Muhendis, Îran li ser hev beyanan dide lê xuyaye ku hêj nexşeya wan nediyare.