Mark Straw: Amerîka û Kurdistan rûbirûyî guhertinên mezin ên kesûhewayê ne
PeyamaKurd - Konsûlê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Mark Straw, îro Yekşemê 17ê Îlonê di civîneke rojnamevanî de got, Amerîka û Herêma Kurdistanê rûbirûyî guhertinên mezin ên keşûhewayê dibin û hişyarî da.
Konsûlê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Mark Straw, îro di Konferansa Tyabet bi Tawanên Înternetî û Ewlekariya Elektronî li Hewlêrê de; gotarek pêşkêş kir û çawaniya rûbirûbûna êrîşên sîber (Cyber) û bandorên guherîna keşûhewa kir.
Straw got: “Em bi hevalbendên xwe re, dixwazin pergalek parastina êrîşa sîber a bihêz û pêbawer ava bikin. Amerîka pabend e ku pergalên berevaniya zanyariyên elektronîkî pêşve bibe û li seranserê cîhanê li hember her kiryarên neberpirsiyar raweste.”
Mark Straw li ser guhertinên keşûhewayê diyar kir: “Ez dibînim ku ev konferans dê bibe sedem ku em zêdetir girîngiyê bidin mijara guherîna keşûhewayê û hin destpêşxeriyan pêşkêş bikin. Em hêvîdar in ku ev konferans ji bo van pirsgirêkan çareseriyên rîşeyî bibîne û pêşkêş bike.”
Straw got: “Amerîka xwe wekî rêberê cîhanê di çareserkirina guhertinên keşûhewayê de dibîne û gavên baş avêtine ji bo çareserkirina wan guhartinan. Divê em hemû bi hev re ji bo kêmkirina gazên pîs kar bikin û Amerîka û hevalbendên wê ji bo vê yekê gavên dîrokî avêtine.”
Konsulê Amerîka da zanîn: “Amerîka û Herêma Kurdistanê niha rûbirûyî guhertinên mezin ên keşûhewayê yên wekî hişkesalî, şewata daristanan û bilindbûna pileyên germê. Bi hevahengiya bi hev re, em dikarin civakê ji guherîna keşûhewayê biparêzin.”
Straw dawiyê got: “Me alîkariya Iraqê kir ku aboriya xwe bi rêya bernameyên alîkariyên mirovî biguherîne; em rayedarên Iraqî û Kurdistanê han didin ku bizavên xwe ji bo parastina çavkaniyên avê bidomînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin