Mark Straw: Alîkariya Pêsmerge pabenbûna Amerîka ya bi wê hêzê ye
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw, piştî merasîma pêşkeşkirina hejmarek çekên giran bo hêzên Pêşmerge ji medyayê re axivî.
Konsulê Amerîkayê got, gihandina çekan bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, nîşana pabendbûna Amerîkayê bi alîkariya wê hêzê ye.
Mark Straw diyar kir: “Hebûna hêzeke Pêşmerge ya bê, wê xizmeta aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê bike” û li ser hewlên yekxistina hêzên Pêşmerge wiha axivî:
“Em hewlên yekgirtin û çaksazîkirina Wezareta Pêşmerge bilind dinirxînin. Dayîna çekan ji aliyê Amerîkayê ve bo hêzên Pêşmerge, nîşana pabendbûna Washingtonê bi alîkarîkirina Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ye.”
Konsolê Giştî yê Amerîkayê Straw bal kişand ser, “Di vê dema ku erkê min weke Konsulê Amerîkayê ber bi dawiyê ve diçe, ez pêzanînên xwe ji bo hewlên çaksaziya Wezareta Pêşmerge nîşan didim. Avakirina hêzeke Pêşmerge ya bêalî û bi karîn, di berjewendiya aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê de ye.”
Hêjayî gotinê ye, îro 6ê Tebaxê Amerîkayê hejmarek çekên giran radestî hêzên Pêşmerge yên li Hewlêrê kir, ku di nav wan de topxaneyên giran jî hene. Bi vê alîkariyê re wê şiyanên leşkerî yên Wezareta Pêşmerge û Pêşmergeyên Kurdistanê bigihe asteke bilindtir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin