MAZLUM-DER: Bila hemwelatiyên di binçav de ne, serbest berdin

30 November 2024 17:03 0 dîtin
MAZLUM-DER: Bila hemwelatiyên di binçav de ne, serbest berdin

PeyamaKurd – Şîrketa bi navê SOCARê ya ku sewqiyata petrolê dike bo Îsraîlê hatibû dawetkirin bo Foruma TRT Worldê. Li ser dawetkirina SOCARê hinek rêxistin û hemwelatî nerazîbûna xwe diyar kirin. 9 çalakvanên ku mijarê protesto kirine hatine binçavkirin û niha li baregeha asayîşa Îstenbolê di binçav de ne.

Rêxistina MAZLUMDERê, li ser binçavkiriyên ku bi sûcên ‘heqareta li serokkomar’ û ‘binpêkirina qanûna meşê û xwepêşandanê’ tên tewankirin, wan şandine dozgeriyê. MAZLUMDERê  weha got:

“Her protestoya ku tê de heqaret tinebe û şiddet tê de nebe rewaye û di çarçova azadiya îfadê de ye.”

Di dema sedrokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di formê de diaxifî û mijara wî ‘rêvebiriya krîzan’ bû, Erdoğan hat protestokirin. Di wexta protestoyan de sloganên wekî “Çima em petrola Azerbeycanê dibin Îsraîlê”, “Siyonîst dewam dikin derya û lîmanên me bikartînin” qêriyan.

Dema çalakvan sloganan diqêriyan, CEOyê şîrketa Azerbeycanê ya SOCARê Elçin Ibadov jî amade bû. Çalakvan ji salonê hatin derxistin.

SOCAR, petrola Azerbeycanê di ser xeta Baku-Tiflis-Ceyhanê de dişîne bazara dinyayê û Îsraîlê.