Îranê 3 hemwelatiyên Belçîkayê bi guheretinê serbest berda

02 June 2023 23:45 0 dîtin
Îranê 3 hemwelatiyên Belçîkayê bi guheretinê serbest berda

PeyamaKurd – Îranê bi Belçîkayê re guhertina mehkûman kir û ji bo serbestberdana dîplomatê Îranî Esadullah Esedi kesekî Danîmarkayî û 2 kesên ku hemwelatiyên Avûstûrya-Îranê ne serbest berda. Her sê Ewrûpiyên ku serbest hatin berdan wan ji Tehranê bi balafirekî Ummanê birin payîtexta Ummanê Maskatê. Ragihandin ji aliyê Tehranê de hat kirin.

Navê kesê Danîmarkî nehat gotin lê her dû kesên ku hemwelatiyên Avusturya-Îranê ne, navên wan Kamûran Qadirî û Mesûd Mosaheb in. Tewana girtiyên li Îranê, yê Danîmarkayî ji bo tevlî çalakiyên Jîna Emînî bûye û her duyên din ji bo casûsiyê kirine hatibûn girtin.

Dîplomatê Îranî Esadullah Esedî di balyozxana Îranê ya Viyana de dixebitî û di sala 2018an de bi operasyona Fransa, Almanya û Belçîkayê di nav sînorê Almanya de bi sedema ku kuştina muxalifên Îranê yên li Parîsê plan kiribû, hatibû girtin. Piştî girtina Esedî, bi 20 salan hatibû cezakirin.