Amerîka: Hemwelatiyên me yên li Sûdanê yên sîvîl bila li benda tehliya me nînbin

22 April 2023 01:05 0 dîtin
Amerîka: Hemwelatiyên me yên li Sûdanê yên sîvîl bila li benda tehliya me nînbin

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Karine Jean-Pierre û berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Vedant Patel di civîna rojane ya çapemeniyê de bersivên pirsên rojnamevanan dan. Berdevk ragihandin ku demekî dirêje Amerîka ji bo hemwelatiyên xwe yên sîvîl an ku yên ku li Sûdanê wezîfedar nînin, dibêje ku terka Sûdanê bikin.

Berdevk dibêjin ku ji sala borî de Amerîka hişyariyê dide hemwelatiyên xwe da terka Sûdanê bikin. Ji ber wê jî di rojeva wan de tehliya hemwelatiyên sîvîl yên li Sûdanê tine. Jean-Pierre, ragihand ku tehliya hemwelatiyên wan yên li derveyê welat di nav prosedura wan de tine.

Patel jî ragihand ku bi hemwelatiyên xwe yên li Sûdanê re, ji bo tedbîrên bixwe karibin bistînin di nav têkiliyan de ne û got:

“Divê hemwelatiyên Amerîkayê bende nîn bin da ji Sûdanê bên tehliyekirin.”