Amerîka: Bila hemwelatiyên me di nav 24-48 sietan de Ûkraynayê terk bikin

12 February 2022 02:31 0 dîtin
Amerîka: Bila hemwelatiyên me di nav 24-48 sietan de Ûkraynayê terk bikin

PeyamaKurd – Şêwirmendê ewlehiyê yê netewî yê Koşka Sipî Jake Sullivan li Koşka Sipî civîna çapemeniyê lidarxist û got ku dibe Rûsya berya olîmpiyadên Çînê biqedin, Ûkraynayê îşxal bike û hem wê pêşî bi fuzeyan lê bixe û paşî di bejayiyê de Ûkraynayê îşxal bike.

Sullivan got ku di destê wan agahiyên xwurt hene ku wê Rûsya Ûkraynayê îşxal bike, Putin di mijarê de bi zelalî biryara xwe daye û dibe di her wextê de bikeve nav tevgerê. Ji bo hemwelatiyên Amereîkayê yên ku li Ûkraynayêne ragihand ku di nav 24-48 sietan de divê Ûkraynayê terk bikin û ji bo wan wê operasyona tehliya dewletê çênebe. Sullivan got ku dibe Rûsya ewilî payêtext Kievê bixe destê xwe û weha dewam kir:

“Em bang dikin ku hemwelatiyên Amerîkayê yên li Ûkraynayê di nav 24-48 sietan de terka Ûkraynayê bikin.

Personelên ku ji bo Polonya û Romanyayê hatine şandin, ên ji bo ku li Ûkraynayê li hemberê Rûsyayê şer bikin nînin.

Em di mijarê de bi hevkarên xwe re di nav têkiliyan de ne. Eger êrîş here ser Ûkraynayê, wê karibin bê ku ferq bixin navbera milliyetan, wê xelkê bikujin, wê ewilî bi fuzeyan û bombardimanên hewayî bikin. Paşî bi tevgera bejayiyê bikevin nav Ûkraynayê ku ew jî êrîşa qewetekî zêdeye.

Ji bo eyarkirina ketina nav tevgerê, dibe ku alavên dayîn û sitendinê bên birîn û çûnûhata bazirganî raweste. Kiev dikare bersiveka bilez bide.”

Hêzên deryayê yên Amerîkayê 4 keştiyên şerî şandiye deverê. Keştî ji Virginia ji lîmana Norfolkê û ji Florida ji lîmana Mayport ê ketine rê. Keştî ne ji bo şerê Rûsyayê lê ji bo alîkariya filoya 6 em ji bo destekê hatine şandin.

Keştiya balafiran ya Harry S. Truman li Derya Sipî ji bo tetbîqatê disekine û di 4 ê sibatê de çûbû deryayê.