Amerîka: “Bila hemwelatiyên me li Iraqê li xwe miqatebin”

09 December 2019 22:37 0 dîtin
Amerîka: “Bila hemwelatiyên me li Iraqê li xwe miqatebin”

PeyamaKurd- Balyozxane ya Amerîkayê ya Bexdayê bi sedema ku dê sibê li Bexda û gelek bajarên Iraqê xwepêşandan çêbibin, hişyariyê da hemwelatiyê xwe. Balyozxane di ser hesabê xwe yê medyayê de peyama xwe bo hemwelatiyên xwe belav kir.

Balyozxane ragihand ku bi sedema sibê roja salvegera duyem ya têkbirina DEAŞê ye, li seranserê Iraqê tatîlê û wê xwepêşandanên mezin çêbibin. Balyozxane weha got:

“Divê hemwelatiyên me xwe ji sehayên tevgeran dûr bixin, li fermana berpirsan guhdarî bikin û di medya cîh bişopînin.”