Amerîka: Em rêgir in ku hemwelatiyên Iraqê bi awayekî azad nêrîna xwe nîsan bidin

28 May 2021 12:29 0 dîtin
Amerîka: Em rêgir in ku hemwelatiyên Iraqê bi awayekî azad nêrîna xwe nîsan bidin

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Ned Price bi daxuyaniyekê diyar kir, Amerîka ji bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderên sivîl ên Iraqê bi hêrs e.

Ned Price da zanîn: “Em pêşwaziyê li her hewldaneke hikûmeta Iraqê ya ji bo lêpirsîna li ser milîsan dikin û wan komên ku êrîşî welatiyan dikin û li hember wê yekê rêgir in ku hemwelatî bi awayekî azad nêrîna xwe nîşan bidin û kombûnên aştiyane li dar bixin.”

Li gor zanyariyên çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, di du rojên borî de ji ber bikaranîna hêzê ji bo belavkirina xwepêşanderan li Bexdayê, kesek hatiye kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.