Li Sûdanê di topbaranê de 12 sîvîl can dan û 27 birîndar hene

24 October 2024 21:07 0 dîtin
Li Sûdanê di topbaranê de 12 sîvîl can dan û 27 birîndar hene

PeyamaKurd – Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) ragihand ku li Sûdanê li bajarê Hartûmê di encama topbaranê de 4 ji wan zarok 12 kes mirine û 27 kes birîndar bûne. Topbaran, nêzî tesîsên MSFê hatiye kirin û kiryar gelek talûkeye.

Topbaran, nêzî başûrê bajarê Hartûme, nêzî nexweşxana Beşairê hatiye kirin. Koordînatorê MSFê yê rewşa lezgîn Claire San Filippo li ser mijarê ragihand:

“Sîvîl û zarok bi vê bûyera xeter re rû bi rû mane û tişteka kirête. Topbarana nêzî dezgeyên tenduristiyê, nexweşan, xebatkarên tenduristiyê û xizmeta tenduristiyê bi talûkê re rû bi rû dike û divê sîvîl û dezgeyên tenduristiyê nekin hedefê.”

Li Sûdanê 18 mehe ku artêşa desthilat û hêzên Lezgîn yên Destekê (HLD) li Sûdanê li hev dixin. Desthilata Omer el-Beşîrli Sûdanê 30 sal dewam kiribû paşî artêşê dest danîbûn ser desthilatê û derbasî dekomrasiyê nebûn.