NY: Di serê Yemenê de di 3 mehan de 170 sîvîl hatin kustin û 359 birîndar hene

09 November 2021 02:05 0 dîtin
NY: Di serê Yemenê de di 3 mehan de 170 sîvîl hatin kustin û 359 birîndar hene

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku di şerê Yemenê de, di 3 mehên dawiyê de 170 sîvîl hatin kuştin û 359 sîvîl birîndar bûn. Ragihandin di ser hesabê Twitterê ya Ofîsa Koordînasyona Alîkariyên Mirov ya NY (OCHA) de hat kirin. Di ragihandinê de hat gotin ku ji ber şerê Yemenê yê navxwe sîvîl zerara mezin dibînin.

Di ragihandina NY de nehat gotin bê ji kuştina sîvîlan kîjan teref berpirse.