Mazlûm Ebdî bi serokê esîrên Kurd ên Hemayê re civiya

25 February 2025 09:36 0 dîtin
Mazlûm Ebdî bi serokê esîrên Kurd ên Hemayê re civiya

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi Serokê Eşîrên Kurd ên Hemayê û gundewarê wê Mehdî Elî re hevdîtin kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li bajarê Hesekê bi Serokê Eşîrên Kurd ên Hemayê û navenda Sûriyê Hemdî Elî re civiya.

Civîn li ser vexwendina taybet a Ebdî pêk hat û ji aliyê hesabên medyaya civakî yên nêzî HSDê ve hate ragihandin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di hevdîtinê de rewşa giştî ya bûyerên li Sûriyê û rewşa Kurdan hatin gotûbêjkirin.

Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku Kurd wê di nava xwe de bi hev re bin û ew ê piştgiriyê bidin Kurdên li Hemayê.