Mazlûm Ebdî: Sê daxwazên Samê ji Rojava çi ne?

18 February 2025 09:28 0 dîtin
Mazlûm Ebdî: Sê daxwazên Samê ji Rojava çi ne?

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî pîrozbahî li Serokê Demî yê Sûriyê Ehmed Şara kir û ew vexwend serdana Rojava. Ebdî herwiha ragihand ku rêveberiya Şamê 3 daxwaz ji Rêveberiya Xweser kirine.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji North Press re axivî, pîrozbahî li Ehmed Şera kir û anî ziman ku ew hêvîdar in di vê dema krîtîk de karibin Sûriyeyê bi rê ve bibin.

Ebdî got, "Hêzên me piştgirî didin hemû hewldanên ji bo dabînkirina aramiyê û parastina yekîtiya neteweyî."

Fermandarê HSDê têkildarî danûstandinên bi rêveberiya Şamê re nirxandinan kir û got, "Hewldanên me yên ji bo avakirina zemîneke guncaw ji bo danûstandinên bi hikûmeta Sûriyê re li Şamê berdewam dikin."

Ebdî got: "Diyaloga ciddî û bi armanc baştirîn rê ye ji bo gihiştina çareseriyeke ku berjewendiyên neteweyî misoger bike."

Li Şamê sê daxwaz ji Rêveberiya Xweser heye

Mazlûm Ebdî diyar kir ku hikûmeta Sûriyê 3 daxwazên bingehîn ji Rêveberiya Xweser heye û ev daxwaz wiha rêz kir:

“Daxistina çekdarên neSûriyeyî ji nav refên HSDê, veguhestina dosyaya ewlehiyê tevî girtiyên DAIŞê ji bo hikûmeta navendî û vegerandina saziyên girêdayî hikûmeta navendî bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Fermandarê HSDê bal kişand ser wê yekê ku parastina herêmê û têkoşîna li dijî terorê erkek niştimanî ye û got ku ew di wê baweriyê de ne ku ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya Sûriyê hemahengiya di asta bilind de di navbera hemû aliyan de pêwîst e.

Serdana Şara ya Efrînê û peyama HSDê

Ehmed Şara roja Şemiyê 15ê Sibata 2025ê ligel şandekê serdana Efrînê kir. Di vê serdanê de, bi kesayetiyên Efrînê, nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd, çalakvan û xelkê deverê re civiya.

Mazlûm Abdî serdana Şara wekî "însiyatîfeke girîng a ji bo teşwîqkirina vegera gelên xwecihî û xurtkirina diyalogê" nirxand.

Fermandarê HSDê Ebdî Şara vexwend ku serdana bajarên din ên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) bike.

Ebdî diyar kir ku hin xalên lihevkirinê bi rêveberiya Şamê re hene, lê hin mijar hê jî tên gotûbêjkirin û tekez kir ku HSD bi yekitiya Sûriyê ji bo hemû gelê Sûriyê, li ser esasê edalet û wekheviyê û dûrî cudahiyê ye.