Mazlûm Kobanî: Civîna li gel sanda Amerîkayê erênî û avaker bû

18 May 2021 13:59 0 dîtin
Mazlûm Kobanî: Civîna li gel sanda Amerîkayê erênî û avaker bû

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî, peyamek di derbarê civîna bi şanda pilebilind a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Koşka Spî û Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê de belav kir û tekezî li mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li navçeyê heta pêkanîna serkeftina bi ser DAIŞê de û piştgiriya Rêveberiya Xweser kir.

Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî di peyameke li ser Twitterê belav kir de da zanîn, wî bi şandeke pilebilind a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Koşka Spî û Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê re civiya ye.

Mazlûm Kobanî diyar kir, ku civîna li gel şanda Amerîkayê erênî û avaker bûye û destnîşan kir, tekezî li ser mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li navçeyê ji bo serkeftina temam bi ser DAIŞê de û piştgiriya li istiqrar û bihêzkirina Rêveberiya Xweser hat kirin.